Çeteyên dewleta Tirkî 4 sîvîlên ji navçeya Reco revandin

63

Çeteyên ku qaşo navê “Polîsên Sîvîl” li xwe kirine, 4 sîvîlên ji navçeya Reco ya kantona Efrînê ya dagîrkirî revandin.

Çavkaniyekê ji navçeya Reco ya kantona Efrînê ya dagîrkirî piştrast kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirkî ya dagîrker 4 sîvîlên ji gundê Bedîna yê girêdayî navçeya Reco, revandine.

Li gorî çavkaniyê, kesên hatîn revandin ev in; Hisên Ehmed Elî, Omer Mûrad, Selah El-Dîn Henan Sêntor û Mihemed Mistefa.

Çeteyan kesên ku revandîn birine cihekî ne diyar.