Li ser propagandaya dijminayiyê û kiryarên şidetê li Fransa, Wezareta Hundir ya Fransa qedexekirina tevgera Gurên Boz ya tirkî ragihand.
Wezîrê Karê Hundir Gerald Darmannan li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: “Tevgera Gurên Boz ya tirkî hat parçekirin. Lewre propagandaya dijminayî û kiryarên şidetê dike.”
Ev tevger di nava rêxistinên ku dewleta tirkî piştgiriya wê dike ya herî xeternak e. Gelek bûyerên kuştina muxalifên Tirk û Kurd kirine.