Xiyanet

101

Sîpan Şînda

Dema ez navê xiyanetê dibihîzim kutîn ji dilê min tê. Hinga navê xiyanetê li ber guhê min re dibore cinîq bi min ve tên. Çawa navê xiyanetê di sohbetan de derbas dibe, gotin ji bîra min diçin. Dema navê xiyanetê dibe dabaş ez bêhiş dibim, hestên min têkilêk dibin û sewdayê min ji serê min diçe. Belê xiyanet, hesta wêran, kurmê malxirabînê. Ew hesta ku mirovî ji mirovatiyê derdixe, eqil û mejî ji serê mirovî dibe, mirovî di jiyanê de rezîl û perîşan dike, keseyatiya mirovî ji binî têk dibe. Belê, hesta xiyanetê hesteke welê ye ku dema mirov xwe radestî wê kir, êdî mirov ji exlaq û etîkê qut dibe. Ew weke kurmekê dikeve di nava xwîna mirovî de û êdî mirov nikare wê bi hêsanîkê ji nava xwîna xwe paqij ji bike. Xiyanet, kesayetiyê dihilweşîne, mejî û hestan gemarî dike, têkiliyên bi mirovan re jehrî dide. Ew ne tenê têkiliyên mirovî yên bi derûdora mirovî re jehrî dide, herweha mirovî bi xwe ji têk dibe. Ew kesên ku dikevin di nava davên xiyanetê, her tim weke mirovê birîndar û nexweşin. Weke nexweşê ku roj bi roj dihele, lê  nizane nexweşiya wî/ê çî ye û çi derman ji jêre feyde nake. Xayîn dikare xwe bikuje û ji halê rake, lê xiyanet bi xayînî re namire. Ew weke bîhna genî li her derê belav dibe û kes, êl û civakê aciz dike. Xayîn dimire, lê belê xiyanet dîsa ji li pey wî dimîne û nahêle ew di gorê de ji bi rihetî razê. Êşa ku xiyanet dide xayînî gelek mezin e, êşkenca wê ji ya zebaniyan xirabtir û dijwartir e. Dibe ku êşkenca zebaniyan demdar be, lê ya xiyanetê bêdawî ye. Dibe ku zebanî bêjin me tu efû kirî, lê xiyanet tu carî li xayîn nabûre. Heta xayîn sax e, xiyanet qirika wî/ê digire û nahêle ew nefesê bistîne. Xiyanet, xayîn sernifs dike, çav şir dike, bêbawerî dike. Heçîke xiyanet e, ew neyarê xayînî yê herî xedar e. Çawa kesên xwedî neyar bin nikarin rihet razên, serbest bigerin, dera bivên biçinê; xiyanet ji xirabtir tîne serê xayîn. Xiyanet, di kesayetiyên têkçûyî re derdikeve. Lê dema xiyanet li erdekê şîn bî, êdî bi rihetî jê wêderê xelas ji nabe. Heta ku xayînî dikuje. Belê, xiyanet hemû jiyana xayîn têk dibe, serûbin dike; xayîn hayî ji vê heye, hem ji baş, lê derketina ji destê xiyanetê ne ewqasî hêsaniye. Jiber ku xiyanet bê wijdan e, bê însaf e û dilê wê li tu kesê naşewite. Dema kesek ket di nava lepên xiyanetê de, êdî ew ji jiyanê qut dibe. Xiyanet di serî de mejî, dil û giyanê xayîn dîl digire û wan ji xayîn vediqetîne. Erê, xiyanet kujer e, qatil e. Lê di heman demê de ew êşkencekar e ji. Belê, xiyanet xayîn dikuje, lê naveşêre. Xayîn li erdê dimîne, kurmî dibe, siftego dibe. Ew cizayê herî mezin e ji bo xayîn, lê haya xayîn jê nîne. Xiyanet, ax xiyanet; tovê te zû kor bibe.