Tirsa faşîzmê vîna berxwedêr e

165

Mihemed ŞAHÎN

Di hefteya dawînde sê hewldanên girîng ên hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst ji vîna berxwedêr a civakê vegeriyan. Her çiqasî her sê bûyer ji hevûdu cuda xwiya bikin jî ji hêla armanc û encamê ve hewceye mirov di heman çarçoveyê de binirxîne.

Bûyera yekemîn; Ev hefteyeke karkerên kanên komirê ji bo bidestxistina mafên xwe yên hatine xespkirin di berxwedanê de ne. Karkerên ku ji navçeya Somayê dest bi meşê kirin li gel hemû astengiyên polîs û leşkerên tirk xwe gihandin navçeya Salîhlî û li ser rêya Îzmîr – Enqerê kampa xwe danîn.

Hikumeta AKP-MHP’ê ya ku heta niha tu caran destûr nedane çalakiyên karkeran û tehamula berxwedana wan nekirine ji vê berxwedanê re jî tehamula wan tune bû. Di 17’yê cotmehê de saet di çarê sibehê de kampa karkeran ji hêla leşkeran ve hate dorpêçkirin. Fermandarê leşkeran wiha bang li karkeran dikir “ Heke hûn belav nebin emê neçar bimînin we bi darê zorê belav bikin û we hemûyan bigirin bin çav”

Bersiva Kamîl Kartal ê sekreterê perwerdehiyê sendikaya Meden-Îş’ê weke şelqamekî di şexsê fermandar de li rûyê faşîzma hikumeta AKP-MHP’ê ket. Bersîva Kartal wiha bû, “ Weke ku sûcdar em bin, weke ku yên bêrû û yên diziyê dikin em bin, wek ku yên bênamusiyê dikin em bin dixwazin ji me hesab bipirsin. Kesên ku hewceye jê hesab were pirsîn ji wan napirsin, dixwazin ji me hesab bipirsin. Hemû kes dizane ku em mafdarin… Dewleta ku hêza wê têr nake ji karsazekî qûnxwar hesabê bipirse dê niha hêza xwe li ser me biceribîne ne wisa? Gelo ewqasî hêsane fermandar? Niha hûnê hêza xwe nîşanê me bidin ha! Û emê ji we bitirsin. Welahî, bîlahî em ji we natirsin…” Ev hevokên ku hêza xwe ji sekna zelal, ji vîna berxwedêr a ji pola digirt pêl bi pêl di nava civakê de belav bû û deng veda. Rayedarên dewletê neçar man bi kerkeran re rûnên û rê û rêbazên çareseriyê nîqaş bikin.

Bûyera duyemîn; Rojek piştî videoya axaftina Kamîl Kartal vîdeoyeke din ket rojeva civakê. Di vîdeoyê de waliyê bajarê Denîzliyê qaşo ji bo venêrina tedbîrên Cavîd-19 di sûka bajêr de li karxaneyan digere. Erdogan çewa xwe weke siltanê Tirkiyeyê dibîne walî jî xwe weke siltanê bajêr dibîne û bi awayeke poz bilind merhaba dide karsaz û xebatkaran. Walî merhaba dide xebatkarekî lê xebatkar qet paxê bi walî nake. Xebatkar bi karê xwe ve mijûle û belkî qet haya wî ji hatina walî tine ye. Lê ew bêpaxiya wî dibe sedema azar û xezeba walî. Walî, xebatakar û dikandarê ku di pêvajoya pandemiyê de bi qeyrana aborî re rûbirû mane û di nava xizaniyeke dijwar de fetisîne dide ber azaran, ew jî têr nake fermana girtina karxaneyê dide polîsan. Di berdewama heman geştiyê de walî ji dikandarekî din re dibêje “tu çima maske nadî ser rûyê xwe” dikandar dibêje “Ez dixwazim geber bibim loma” Ev herdu helwest weke heqîqeteke civakî di şexsê walî de çong li faşîzma hikumeta AKP-MHP’ê dişikîne. Waliyê pozbilind neçar dimîne paşve gav bavêje û demildest lêborînê bixwaze.

Bûyera sêyemîn; Weke ku tê zanîn piştî biryara şerê topyekûn ê li dijî kurd ê 2015 yan vir ve li gel qirkrina civakî li ser HDP qirkrina siyasî jî bênavber berdewam dike. Heta 2019 yan 86 şaredarî, ji hilbijartina 2019’an vir ve 59 şerdarî hatin xespkirin. Wekîl û hevşaredar jî dinavde bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin girtin. Li gel qirkirinên ku her roj berdewam dikin di roja 25’ê îlonê de serhildana 6-8’ê cotmehê yê 5 sal berê kirin hincet wekîl û şaredar jî dinavde biryara girtina 82 siyasetmedarî dan. Piştî wê qirkirinê hefteya buhurî roja 21’ê cotmehê bi hinceta “îxbarek heye” li ser biryara serdozgeriya Amedê polîsan bi ser avahiya Bajêr û navçeya Yenîşehîrê de girtin. Bi qasî 10-12 saetan di avahiyan de lêgerîn pêkanîn. Al û pankart jî di navde hemû amûr û alavên partiyê hatin desteserkirin. Her çar hevserokên bajêr û navçeyê hatin binçavkirin.

Li gel hemû êrîş û qirkirinên siyasîyên ku li dijî siyasetmedarên kurd pêk tên, li gel girtina bi deh hezaran siyasetmedarî piştî binçavkirina hevserokan wekîl û endamên HDP’ê û gel derketin pêşberên kamereyan û gotin “Emê tu carî li ber zilma we çong daneynin, dê berxwedana me dewam bike” û dirûşmeya “Berxwedan jiyane” bilind kirin. Ev sekna HDP’ê tirs û xofa faşîzma AKP-MHP’ê ku hebûna desthilatdariya xwe bi tasfiyekirina HDP’ê ve girêdaye mezin dike. Her ku êrîşê HDP’ê dikin, HDP xurt dibe ew qels dibin.

Ev her sê geşedan nîşan didin ku jehr kuja faşîzmê vîna berxwedêr e.

Careke din diyar bû ku, dengê berxwedêr û hişmendiya ronî û zelal tirs û xofa faşîzmê ye.