Sûriya berê mûmkin e?

27

Zekî BEDRAN

Li Sûriyê aştî dûr xuya dike. Di serî de Tirkiye zemînekî mezin yê xetera şer li ciyê xwe sekiniye. Li ber çavê Rûsya Idlib kir herêmeke leşkeri. El-Nusra û bin dehan rêxistin li herêmê di binê parastina Tirkiyê de xwe bi rêxistin dikin û amadekariya şer dikin. Dewleta tirkî bi qasî ku tere şerekî mezin bike hêz û pêdiviyên şer bi cî kirine. Di binê navê SMO de bi dehhezaran hêzên çekdar amade kirin. Li hemberî artêşa Sûriyê artêşekê ava dike. Bi van hêzan Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin û di destê xwe de digire.
Faşîst Erdoğan, di her firsetê de dibêje, emê êrişî rojhilatê Firatê bikin. Ji bo dakîrkirinê li firsetan digere. Eger bi Emerîka û Rûsya re li hev bike wê êriş bike. Çawa ku li Idlibê tê dîtin Rûsya bi Tirkiyê re şer nake. Emerîka dibêje, li hemberî rêveberiya Esed û Rûsya emê piştgiriya Tirkiyê bikin. Israîl û Emerîka baregehên Îranê yên li Sûriyê dixe. Bi kurtayî qeyrana li Rojhilata Navî û Sûriyê û şer dewam dike.
Ka wê hilbijartina Emerîka bandoreke çawa li Rojhilata Navî û Sûriyê bike baş nayê zanîn. Ya tê zanîn ew e ku ji bo serkeftina Trump Erdogan dua dike. Lewre pê re bi pazareke qirêj û bidizî ji bo dagîrkirina deverên weke Serê Kaniyê li hev kir. Erdogan dihizire eger Trump bi ser nekeve wê vê awantajê ji dest bide. Gelo wê Rûsya li hemberî êriş û dagîrkirinên Tirkiyê helwestê nîşan bide? Zêde baweriyê nade. Dagîrkirina Efrîn û Serê Kaniyê li ber çavan e. Sûriye li aliyekî Tirkiyê êrişî Ermenistan û Qerebaxa li tenişta wê kir. Hefte derbas bûn, bi hezaran mirov mirin Rûsya temaşe dike. Eger Tirkiyê bizaniya ku wê Rûsya qebûl neke şer organize nedikir. Wisa xuya dike ku ji bo Rûsya ne dost û hevalbendên wê, berjewendiyên wê girîng in.
Rewşa aboriya Sûriyê pir xerab e. Ya rast aboriya wê roxiyaye. Ambargoya Emerîka û koalisyonê dewam dike. Welat bûye sê parçe. Beşeke girîng di destê Tirkiyê de ye. Li wan herêman pereyên Tirkiyê bi kar tên. Malê Tirkiyê herêm dagîr kiriye. Digel van tevan ji rêveberiya Şamê ger û hewldaneke jidil xuya nakin. Herî kêm dikare bi herêmên xweser yên bakur û rojhilatê welat re li hev bike. Lewre rêveberiyên xweser her tim dibêjin em amade ne bi Sûriyê re hevdîtinan bikin û di nava yekbûna Sûriyê de pirsgirêkan çareser bikin.
Eger rêveberiya Şamê bi rêveberiyên xweser re li hev bike, ji bo yekbûna erdê Sûriyê wê bibe gaveke mezin. Li hemberî hêzeke wisa hevgirtî ti kes nikare dagîrkeriya Tirkiyê biparêze. Digel çeteyên li cem wê gelek derdor dev ji Tirkiyê berdin. Wê Şam hem awantajê bixe destê xwe hem rewşa xwe xurt bike. Wê rewşeke wisa bandorê li Rûsya jî bike û her ku biçe wê Tirkiye tengav bibe. Digel ku rewş wiha eşkere ye berê Şamê li devereke din e. Ji demokratîkbûn û xwerexnekirinê pir dûr e. Tişta ku dizane miliyetgeriya erebî geş bike û her kesî bike koleyê xwe. Dixebite ku herêmên xweser tevlîhev bike û şerê navxweyî belav bike. Çawa ku Sûriyê têra xwe şer nekiribe, bi sedhezaran nemiribin. Halbiku aborî pir xerab e, gel perişan e û bi sedhezaran di konan de bûne koçber.
Eger rêveberiya Şamê rast bûya ev bûyer nediqewimîn. Ji ber wê israra di pergala kevin de tê wateya ku çareseriyê naxwaze. Bi piştgiriya Rûsya dikare heta kû biçe? Ya rast ew e ku sûdê ji hebûna Rûsya bigire, bi gel re bibe yek û aştiyê bike. Bêguman ne ku îradeya gel bişkîne û wan bike kole.
Yên li Şamê rûdinin divê derbarê aştiyeke rast û demokrasiye de ne durû bin. Bi hişmendiya Beesê pirsgirêk çareser nabin. Bi wê hişmendiyê wê her tim welat ji qeyran, nediyarî û şer re vekirî be. Wisa xuya dike ku Şam li bendê ye ku Emerîka ji welat derkeve û bi qirika gelên herêmê bigire. Ka wê Emerîka derkeve, çi demê derkeve baş nayê zanîn. Emerîka jî vala nasekine. Ew jî li hemberî Şamê ambargoyê girantir dike. Li Idlibê piştgiriya Tirkiyê dike. Hêzên dijberên Şamê destek dike.
Tişta ku tê dîtin nediyarî, berjewendî û planên piralî hene. Aştî û demokrasî çiqas zû pêk werin wê gel ewqas rehet bibe. Tişta di berjewendiya gelan de aştî, demokrasi û yekîtî ye. Ji bo wê yên dibêjin em welatparêz in, yekîtiya Sûriyê diparêzin û li heberî dagîrkeriyê divê ji bo Sûriyeke demokratîk bikevin tevgerê. Divê rewşenbîrên Sûriyê, partiyên wê û hêzên civakî di eniyeke demkokratîk de werin cem hev. Divê gelê Sûriyê zana, perwerde û bi rêxistin bikin. Ancax bi vî awayî bikarin hêzên dagîrker bêbandor bikin.