Şêniyên Qamişlo di çalakiyê de bûn

41

Roja Şemiyê bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star ya bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya hêzên YPJ/YPG’ê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Pêngava Rêxistina Jinan ku bi durişma “Na ji dagîrkerî û qirkirinê re, emê jinê û jiyanê biparêzin” 8’ê cotmehê dest bi pêngavekê kiribûn, bi çalakiyên cuda dewam dike. Bi armanca piştgiriya hêzên YPJ/YPG’ê Rêxistina Kongreya Star ya bajarê Qamişlo meşek girseyî bi tevlîbûna bi sedan jinên Qamişlo dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û alên YPG/YPJ’ê hatibûn hildan. Meş ji Qada Şerq dest pê kirin heta Goristana Delîl Saroxan veguherî mîtîngê.

Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Endama  Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Şaha Xelîl wiha got: “Îro em li dijî hemû êrîşên li ser jinê li ser piyan in. Dewletên navneteweyî îro dixwazin jina ku civakê bi rêxistin dike armanc bigire. Her wiha bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze deskeftiyên jinan tune bike. Em li hember van kiryaran bêdeng namînin ji ber em hemû YPJ ne. Şoreşa me bi şoreşa jinê tê nasîn û hêza me YPJ mohra xwe li dîrokê da, ji bo wê li hember hemû êrîşan em ê li ser piyan bin û nehêlin hebûna me were tunekirin. Em ê bi îrade û bi fikrek azad her dem piştgiriya keç û xortên xwe bikin.”

Mitîng bi durişma “Bijî berxwedana YPJ/YPG’ê” bi dawî bû.