Şêniyên Hesekê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan

38

Rêxistina Kongreya Star ya bajarê Hesekê bi durişma “Na ji dagîrkerî û qirkirinê re, emê jin û jiyanê biparêzin” meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de bi sedan ji pêkhateyên bajarê Hesekê, rêveber û endamên saziyên sîvîl amade bûn. Di meşê de ala YPJ/YPG’ê û QSD’ê û pankartên bi nivîsa “YPJ/YPG’ê û QSD’ê hebûn û hêza me ye”, “Na ji dagirkeriyê re” û “Jin jiyan e, emê jiyanê biparêzin” hatin vekirin. Meşê li qada Miftî dest pê kir li ber navenda Çand û Hunera bajarê Hesekê veguherî mîtîngê.

Piştî rêzgirtinê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Muna Yûsif diyar kir ku şervanên YPJ’ê ji seranserê cîhanê re bûn sembol û wiha domand: “Di şoreşa Rojava de jin xwedî rolek pir girîng bûn. Jin bi pêşengtiya xwe di hemû kar û xebatan de xwedî sekin û rol bûn. Her wiha di qada leşkerî de bû sembol ku çawa tevahî cîhanê ji terorê xelas kirin. Jin bi fedekarî, berxwedan û têkoşîna xwe tevahî cîhanê hejand, lewma îro dewletên desthilatdar hêz û îradeya jinan hedef digire. Em ê bi rêxistinbûyina xwe dagirkerî û tundiya li ser jinê têk bibin.”

Bi navê QSDê Remedan Badînî diyar kir ku şervanên QSDê ji bo parastina gel û xaka xwe wê canê xwe feda bikin û wiha got: “Parastina gel erkê me ye, tu kes nikare îradeya me têk bibe ji ber ku em îradeya xwe ji gelê xwe digirin.”

Mutîng bi durişma “Bijî berxwedana YPJ/YPG’ê û QSD’ê” bi dawî bû.