Sancar: Em tifaqa Kurdistanî mayînde dikin

56

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi partiyên Kurdî re civiya û got, “Me biryar da ku em vê platforma xwe ya bi partiyên di nava Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistaniyê de cih digirin re, mayînde bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Alîcan Onlu, Nûsrettîn Maçîn û Nejdet Îpekyuz, li Otela New Garden a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi nûnerên partiyên Kurdî re civiyan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên Komeleya Kurd a Demokratên Şoreşger (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Kurdên Demokrat-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî beşdarî civînê bûn. Nûnerên partiyan di civînê de li ser yekîtiya Kurd nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan Sancar daxuyanî da. Daxuyaniya wî wiha ye:

“Îro em bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re hatin cem hev. Civîneke pir erênî û baş bû ji bo me. Em di gelek mijaran de bi zelalî li ser wê axivîn. Me di vê civînê de bi kêfxweşî biryarên şênber girtin. Weke ku rêzdar keke Mehmet Emîn jî eşkere kir, me li ser vê platforma xwe ya li ser tifaqa hilbijartinê pêk hatî biryara mayîndekirina wê girt. Em gihîştin heman nêrînan û wê platforma me bi hev re tevbigere.