Pênciwînî: Peymana li ser Şingalê bi daxwaziya Tirkiya dagîrker çêbû

50

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwînî diyar kir ku peymana li ser Şingalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de, bi daxwaziya Tirkiyê pêk hat û got, eger Êzîdî vê carê jî bêdestek werin hiştin wê karesteke din were serê wan.

9’ê Cotmehê, hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê bê ku nêrîna nûnerên Êzîdî li ber çavan bigirin derbarê rêvebirina Şingalê de peymanek imze kirin.
Li ser vê mijarê siyasetmedarê Kurd ê yê ji başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwînî ji ANHA re nirxandin kir û got, peyman bê ku nêrîna Êzîdiyan were girtin, pêk hat.
Li gorî peymanê, Şingal ji hêzên leşkerî yên Şingal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirîn, were valakirin.
Pênciwînî diar kir ku herêma Şingalê derveyî herêma Kurdistanê ye û got, peyman bi agahiya dewleta tirkî û Emerîka pêk hat û wiha domand: “Peyman ji bo razîkirina Tirkiyê pêk hat. Ji ber ku di dema diyalogên hikumeta Tirkiyê û Iraqê de, Tirkiyê ji Iraqê xwest ku hemû alîgirên PKK’ê tune bikin. Niha jî daxwazên Tirkiyê pêk tînin. Pêncewînî ev yek bi “Hinceteke ne rast û ne qanûnî” bi nav kir.
Di demekê de ku pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê ji Şengalê reviyan, Hêzên Parastina Gel (HPG) di xilaskirina êzidiyan ji pencên çeteyên DAIŞ’ê de roleke sereke lîst.
Pêncewînî diyar kir ku hikumeta navendî û hikumeta herêmê Êzidî û Şengal û tevahî herêm neparastin û bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kir, komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn, jin û zarok revandin, Pêncewînî metirsiyên xwe anîn ziman ku li dijî herêmê komkujiyeke din mîna ya DAIŞ’ê pêk werin ev pirs kir: “Fam nakim, çawa hikumeta herêmê û hikumeta navendî wê vê herêmê nihat biparêzin.”
Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piraniya Êzidî vê peymanê red dikin ji ber ku dûrî îrade û rêveberiya wan e. Her wiha bang li civaka Iraqê kir êzidiyan biparêzin da ku fermaneke din li dijî wan dûbare nebe.