PDK vê carê hêza xwe dişîne Garê

55

PDK’ê hêzeke xwe ya taybet şand herêma Garê û dest bi çêkirina çeper û baregehên nû kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên herêmî, PDKê hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzanî şand bajarokê Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Akrê ya Dihokê. Herwiha hat gotin PDK’ê çekdarên xwe yên bi navê ‘pêşmergeyên Roj’ jî li gel hêza taybet ya Gulan birine herêmê.
Li gorî heman çavkaniyan, hêza Gulan yekser bi Mesrûr Barzanî ve girêdayî ye û ji ber ku pêşmergeyan nexwestiye derbasî herêmên di bin kontrola gerîla de bibin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet şandiye herêmê.
Li gorî çavkaniyên herêmî gelek wesaitên leşkerî yên bêplake, çekên giran, wesaitên taybet yên sîvîl derbasî herêmê bûne û li gundê Melkê, Dosteka, Gîsê, girê Dînartê, girê Mezrînganê, girê Navxoş, girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikeve herêma eşîreta Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.
Bajarokê Dînartê û deşta Nehlê girêdayî navçeya Akrê ya bajarê Dihokê ye. Lê herêm dikeve nêzî çiyayê Garê ku bi herêma gerîla jî tê nasîn.