Partiya Sûriya Pêşerojê li Helebê meclisa ciwanan ava kir

39

Bi armanca birêxistinkirina ciwanan û çalakkirina rola wan di civakê de, Pariya Sûriya Paşrojê şaxê Helebê, meclisa ciwanan ava kir.
Civîna avakirina meclisê bi durişma “Bi têkoşîna gelan ji bo Sûriya azad” li dar ket. Civîn li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar ket û tê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên siyasî û ciwan amade bûn. Serokê Meclisa Pariya Sûriya Paşrojê ya Helebê Mihemed Hecî, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşîn Mûsa û hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihemed Şêxo axivîn.
Axaftvanan bal kişand ser rola ciwanan di pêşxistina civakê de û bersivdayîna planên dagîrkirin, asîmîlasyon û qirkirinê.
Pişt re rêziknameya meclisa ciwanan hat erêkirin û 15 endam ji bo meclisa ciwanan hatin hilbijartin.