Mihrîcana Folklorê ya Jinan dest pê kir

34

Bi durişma “Bi rengên folklora me, çanda civakên me dewlemend dibe” roja Yekşemê Mihrîcana yeke ya Folklorê ya Jinan li ser asta herêma Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê ji bo vejandina folklora erebî ya resen û folklora jinên herêma Firatê, dest pê kir.

Mihrîcan li Yarîgeha Beledî (Reş) ya navenda Reqayê hat lidarxistin û jin û şêniyên bajarê Reqayê û mêvanên ji herêma Tebqa û bajarê Dêrazor û Minbicê beşdar bûn.

Herwiha nûnerên Partiya Sûriya Paşrojê, hêzên leşkerî û ewlekariyê, hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Parastina Civakî (HPC), di mîhrîcanê de amade bûn.

Mihrîcanê bi axaftina Rêveberiya Jinan a Reqayê Xaliye El-Kecwan dest pê kir. Xaliye lidarixistina mîhrîcana yekemîn a li ser asta herêmê, pîroz kir.

Piştre endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem El-Ebo û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Nisrîn El-Elî axivîn.

Axaftvanan diyar kir ku mihrîcan bi saya ked û têkoşîna jinên azad ên li herêmên erebî ku hêza xwe ji berxwedana li dijî dagirkeran girtin, hat lidarxistin.

Di mihrîcanê de, hunermend û tîmên çandê yên ji herêmên cuda beşdar bûne, pêşandanên hunerî yên taybet bi folklora herêmê, pêşkêş kirin.

Herwiha şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) şanoyek li ser lehengî û destkeftiyên jinan ên di berxwedana li herêmê de, pêşkêş kirin.

Koma Duret Firat ya ji Dêrezorê jî stiran û dîlanên ji folklorî yên erebî û kurdî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de hunermend Yasmîn Esker berhemeke hunerî  pêşkêş kir û beşdaran li ber dîlan gerand.