Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Paşrojê ya herêma Firatê hat avakirin

36

Konferans li navçeya Sirîn ya kantona Kobanê li dar ket. 250 delegeyên partiyê yên ji navçe û bajarên herêma Firatê beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi durişma “Bi têkoşîna yekîtiya gelan….ji bo Sûriyeke azad…emê teqez bi serkevin” hat lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê bi navê bûroya giştî ya partiyê Îbrahîm Cuma, serokê partiyê yê herêma Firatê Îsmaîl Xalid, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ahîn Elûç, bi navê Rêveberiya Xwser Hezai Mihemed û bi navê ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Adil Feraşîn axivîn.
Pişt re rêziknameya Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xwendin û bendên wê hatin nîqaşkirin. Rêzikname ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.
Pişt re hilbijartin pêk hat. 15 endamên Meclisa Ciwanan ya herêma Firatê hatin hilbijartin. Ev endam wê beşdarî hilbijartinên kongreya giştî ya partiyê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.