Malbatên sûrî yên li kampa Holê derbarê derketinê de di nava dudiliyê de ne

38

Hin malbatên li kampa Holê dixwazin ji kampê derkevin, lê beşeke mezin ji ber gelek sedeman naxwaze derkeve.
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê 10’ê Cotmehê biryara derxistina malbatên sûrî yên dixwazin ji kampa Holê derkevin, da.
Li kampa Holê ku 45 km. li rojhilatê bajarê Hesekê ye ji 6 hezar û 706 malbatî (24 hezar û 223 kes) pêk tê. Hin malbat dixwazin ji kampê derkevin, hin naxwazin.
Berpirsê kar û barê koçber û malbatên sûrî yên li kampê Şeiban Ebdulhemîd da zanîn ku biryar ji hina re şahî bû û ji hinan re xemgînî bû.
Berî derxistina vê biryarê malbatên sûrî bi kefaleta şêx û rûspiyan ji kampê derdiketin. Ji sala borî heta niha rêveberiya kampê ji şêniyên Dêrezor, Reqa, Tebqa 4 hezar û 789 kes ji kampê derxistine.
Tê payîn ku hefteya bê beşa yekê ji malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampê derkevin, bê derxistin.
Li gorî serjimariya rêveberiya kampa Holê, li kampê 17 hezar û 693 malbat ango 64 hezar û 373 kes sûrî, Iraqî û biyanî hene.