Li kampa Waşokanî dibistaneke nû hat vekirin

53

Komeleya “Help Kurdistan” avayiyeke ji bo dibistanê ava kirî radestî Rêvebiriya Dibistanan ya kampa Waşokanî kir.

Xwendekarên kampa Waşokanî bi asta Seretayî, navî û amadeyî ku jimara wan 2 hezar û 400 e, di 17 konan de perwerdeya xwe didîtin.
Bi armanca peydakirina atomosfêreke guncaw ji bo perwerdeyê, rêxistina “Sav The Children” dibistanek vekiribû. Li aliyekî din, Komeleya “Help Kurdistan” dibistanek li kampê ava kir û piştî bidawîkirina avakirinê, radestî Rêveberiya Dibistanan ya kampê kir.
Dibistan ji 6 odeyên perwerdeyê û odeyeke rêveberiyê pêk tê. Xwendekar wê li gorî 3 dewanan perwerdeyê bibînin.
Di merasima radestkirina dibistanê de, nûnerên saziyên civaka sîvîl û bi dehan koçberên kampê amade bûn.
Rêvebera komeleya “Help Kurdistan” Semîra Hesen ya şerîta vekirina dibistanê qut kir wiha got: “Armanca komeleyê ya avakirina dibistanê ew e ku atmosfereke guncaw ji bo xwendekarên ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê koçber bûyîn û ji perwerdeya xwe bêpar mayîn, re peyda bike û xwendina xwe temam bikin.”
Endamê rêveber ê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kampê Mihemed Haco behsa zehmetiyên ku sala borî di qada perwerdeyê de dîtine kir. Her wiha îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û Komeleya Help Kurdistan ji bo domandina sîstema perwerdeyê alîkariyan pêşkêş dikin.
Piştî vekirinê, xwendekaran dest bi perwerdeyê kir.