‘Li dijî qedexeyan li şanogeriya bi kurdî xwedî derkevin’

40

Dîlan Korhan/ANF

Endama Koma Şanoya Hêvî Yekta Ronahî Herekol, diyar kir ku bi qedexeyan dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin û got, “Li dijî qedexeyên lîstIkên bi kurdî divê şanoger û ciwan li şanogeriya bi kurdî xwedî derkevin.”

Şanoya Bajêr ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Stenbolê (ÎBB), 21ê Îlonê, ji bo şanoyên taybet ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de rojên zehmet derbas kiribûn, biryar dabû ku di serdema xwe ya nû de cih bide 50 lîstikan. Yek ji wan wan Lîstika Bêrû ya Koma Şanoyê ya Teatra Jîyana Nû ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bû ku ji aliyê nivîskarê lîstikan Daîro Fo ve hatiye nivîsandin. Lê dema ku çend saet ji lîstikê re mabûn, ji aliyê Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve bi hinceta“ewleyiyê”hat qedexekirin.

Roja ewil lîstikvanên Lîstika Bêrû bertek nîşanî qedexekirina lîstika xwe dan û gotin ku hinceta qedexeyê bêtehemûliya li hemberî çand, huner û zimanê kurdî ye. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qedexeyê her roja ku derbas bû zêdetir bû. Lîstikvana şanoyê ya Koma Hêvî Yekta Ronahî Herekol, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi şanogeriyê dike, bertek nîşanî qedexeyê da û banga xwedî li derketina şanogeriya bi kurdî kir.

Ronahî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên ser ziman û got: “Ez qedexeya li ser şanoya kurdî hatî kirin şermezardikim. Bi rastî tiştek wisa ne ji rêzêye û nayê qebûlkirin.”

‘Qedexeya şanogeriya bi kurdî nayê qebûlkirin’

Ronahî diyar kir ku şano ji bo kurdan qadek girîng e û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Di nava civaka kurdan de şano cihekî xwe yê gelek girîng heye ji ber di dîroka me kurdan gelek êş û zorî hene. Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî qedexe kiriye. Êdî nahelin ku bi zimanê kurdî şanogerî bê kirin. Kurd bi rêya şanoyê dixwazin xwe îfade bikin lê rê li ber vê jî hat girtin. Ji ber ku her lîstîkek di nava mejiyê civakê de gelek tiştan dide avakirin, li dijî vê yekê qedexe tê kirin. Qedexekirina şanoya bi kurdî nayê qebûlkirin û ji ber ku şanogeriya bi kurdî mafekî xwezayî ye.”

‘Li ziman û şanogeriyê xwedî derkevin’

Ronahî, di axaftina xwe de banga xwedî li derketina şanoya bi kurdî kir û wiha bi lêv kir: “Divê em li dijî qedexeya li ser şanoya kurdî bêtir xwedî li zimanê xwe derkevin. Em li dijî polîtîkayên bişaftinê ya li ser ziman vala derxin. Lê divê bê zanîn ku şanogerên kurd li gel qedexe û zehmetiyan dê şanogertiya xwe bidomînin. Her wiha divê hemû şanogerên kurd û ciwanên kurd xwedî kurdî û şanogeriya bi kurdî derkevin.”