Lêpirsîna Hovîtiya Dewleta tirkî li Rojava, Başûr û Nagorno-Karabax

103

Derwêş M. FERHO

Di parlementoya Flaman de li Bruksel lêpirsînên balkêş li ser hovîtiya dewleta tirkî li hember Rojava û Nagorno-Karabax de dibin. Bi taybetî dagirkeriya Efrînê û derdorê wê, hovîtiya li wira dike û di vê dawiyê de bi Azerbeycan re hêrîşên li ser herêma Nagorno-Karabax sedema fikarên gelek siyasetmedar û analîstên siyasî ne.
Di meha sibatê de çend parlementeran daxwaz ji serokwezîrê Flaman kiribûn ku hêrîşên dewleta Turk hember Rojava di hemû qadên karîna xwe de berbiçav bike, bide munaqeşekirin û tedbîr werin stendin. Bi berpirsiyarên YE re li ser biryarek ciddî were rawestan. Bi taybetî firotina hemû pêdiviyên leşkerî, polîs û hêzên ewlekariyê ji Turkiyê re werin qedexekirin. Ji ber ku ev hêz van çek û male din ji bo armancên xwe yên dijî normên demokrasiya Ewropa bi kar tînin.
Heman daxwaz û hêvî pey hêrîşên Azerbeycan û Turkiyê li Nagorno-Karabax dubare bûn.
Ji cotmeha 2019 de dewleta Turk bê navber hêrîş dibe ser Rojava û Başûrê Kurdistan. Bi hevalbendên xwe, çeteyên Îslamî ve Efrîn zemt kirine. Ji wê demê û vir de li wê herêmê hovîtiyê dike. Xelk ketiye bin zor û zilmeke bêhempa. Di meha hezîranê de bombebarana Qendîl, Şingal û Xakurk bi ser ya Rojava de zêde bû. Rayedarên dewleta Turk xwedî giravî van hêrîşên xwe dijî terorîzmê dike. Hedefa van hêrîşan jî Kurd in. Hêzên ku bi bedelên giran, DAIŞ tertûbela kirin. Hedef têkoşîn û destkeftiyên Kurdan ji bo jiyaneke bi rûmet xera bikin.
Ev çend heftî ye ku dewleta Turk bi Azrebeycan re bi awayekî heşkere hêrîşî herêma Nagorno Karabax dike. Armanc dagirkirin, talan û paqijkirina herêmê ji gelê, pirranî xiristiyan, li wira ye. Ji dema şerrê salên ‘90î heta niha ji 35 hezar kes zêdetir kes hatiye kuştin, bi deh hezaran mecbûr mane koçber bûne. Di van heftiyên dawî de hovîtiya dewleta Turk û Azerbeycan hê zêdetir e û dibe sedema wêrankirina pirralî.
Daxwazên berpirsiyarên YE, yên rêxistina ewlekarî û hevkariyê OSCE, ti encam ne girtine. Bersivên rayedarên Turk û yên Azerbeycanê bi awayekî tehdîdwarî didomin. Navbeynkaran jî ciddî nagrin.
Li ser hêrîş hovîtiya dewlata tirkî hember Rojava, li Başûr û Nagorno-Karabax bersivên serokwezîrê Flaman ne wek daxwazên me bin jî, erênî bûn. Wî bangî sefîrê Turkiyê kiriye û rexna û gomanên xwe heşkere gotiye. Di hemû civînên navdewletî de ev rexna xwe daye dubare kirin. Daxwaz kiriye ku heta dewleta Turk vê siyaseta xwe didome tedbîrên konkrêt, xurt û zû werin stendin û tedbîqkirin. Ji ber ku dewleta Turk di hemû aliyan de dijî normên YE kar dike. Di berteka xwe de da zanîn ku hikûmeta Flaman bi biryare, heta mimkin bibe aliyên siyasî li nava Beljîka û Ewropa di vê çarçewê de hemfikir bibîne û tevda li hember siyaseta Turkiyê ku di gelek waran de tehdîda nirx û normên demokrasiya YE ye tevbigerin.