Kongreya YRA qediya

32

Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad ya 5. bi hilbijartina hevserokan û 17 endamên meclisa giştî bi dawî bû.

Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ya 5. roja Înê li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Piştî axaftinan, ji bo rêvebirina kongreyê  3 endamên dîwanê hatin hilbijartin.

Pişt re rapora du salan ya xebata yekîtiyê hat nirxandin û ji bo pêşxistina rewşa ragihandinê pêşniyar hatin gitin.

Herwiha rêziknameya yekitiyê hate xwendin û xalên hatin nîqaşkirin, li gorî nîqaş û pênşiyarên beşdaran guhertin di rêzikanameyê de hatin pêkanîn û bi erêkirina piraniya delegeyan hate erêkirin.

Di dawiyê de hilbijartin çêbû. Evîn Yûsiv û Bengîn Seydo ji bo dewreya 2. ya hevserokatiyê, 17 kes jî ji bo endamtiya meclisa giştî ya nû ya yekştiyê hatin hilbijartin.