Kevana Zêrîn banga yekîtî û parastina ziman li partiyên siyasî kir

35

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn bang li partiyên siyasî kir ku destkeftiyên şoreşa Rojava bi taybetî çand û zimanê kurdî biparêzin û yekîtiya neteweyî pêk bînin.

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn yên bajarokê Rimêlan bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî şertên hin partiyên kurdî yên betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanên bakur û rojhilatê Sûriyê dan.

Endama Tevgera Kevana Zêrîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ronahî Şêxo daxuyanî xwend û got: “Partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdisatnê hewl didin yekitiya neteweyî pêk were. Li ser vê yekê pêvajoya yekemîn dest pê kir da ku hêviyên gelê Kurd bi cih bînin. Em hemû dizanin ku di çarçoveya planên navneteweyî de yên ku Kurdistan parçe kirin, ji parçekirina ax û gelê me têr nebûn, lê belê bi salan hewl dan şerê zimanê Kurd bikin û çand û civaka me îmha bikin. Lê gelê Kurd têkoşiya û li ber xwe da da ku nasname û hebûna xwe biparêze.

Em di Tevgera Kevana Zêrîn de, erka me ye ku nirxên gelên xwe li parçeyên Kurdistanê biparêzin, erkên me yên pêşîn ziman û çanda xwe bipaêrzin, ji ber ku bingha herî bi hêz a civaka Kurd e. Pêkanîna yekitiya neteweyî jî girîng e, ji ber ku wesîleya parastina ax, ziman û çanda me ye.

Hin partiyên siyasî yên Kurdî di demekê de ku ferzkirina zimanê tirkî li şênî û xwendekarên me yên li Efrîna dagirkirî şermezar nakin, em îro wan dibînin ku perwerdeya bi zimanê dayikê (Kurdî), li herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin. Em jinên Kurd vê helwestê wan şeremzar dikin. Ji ber ku ziman, hebûn û nasnameya me ye.

Yên destên xwe dirêjî nirx û şoreşa me dikin ew bi yekitiya neteweyî re xiyanetê dikin û daxwazên pergalên dagirkeran bi cih tînin. Lew ra divê hemû partiyên siyasî li hemberî planên dewletên dagirker rabin û ji bo parastina zimanê kurdî û destkeftiyên şoreşa Rojava kar bikin. Dîs divê yekitiya netewî pêk bînin ji ber ku hêviya tekane ya gelê me ye ku binpêkirinên navnetewî yên li dijî gelê me bi dawî bibin.”