KCK: Perwerdeya bi kurdî destkeftiya herî hêja ya şoreşa Rojava ye

38

Komtîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bal kişand ser xwesteka ENKS’ê ya li dijî perwerdeya kurdî û pergala hevserokatiyê û diyar kir ku xwendina bi zimanê kurdî destkeftiya herî binirx ya şoreşa Rojava ye û pêkhatina xewna bi sedê salan e.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser daxwaziya ENKS’ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê kurdî û li şûna wê danîna pergala perwerdeyê ya hikumeta Şamê û rakirina pergala hevserokatiyê.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Dagîrkeran bi sedê salan bi armanca ku bikarin hebûna gelê Kurd ji holê rakin, êrişên cur bi cur ên dirinde li ser ziman, nasname û çanda me, kevneşop û nirxên me meşandin. Işkence, girtin, kuştin, şewitandin, bi pişt panzeran ve kişandin jî di navê de; bi hovîtî kuştina me de tu sînoran nas nekirin. Li her çar beşên welat ne tenê li cihên fermî û dibistanan, nehiştin em li malên xwe jî bi zimanê xwe biaxivin. Bi hezaran keç û xort, jin û zarok, kal û pîr ji ber ku xwedî li hebûn û çanda xwe derketin, li Efrînê, li Serêkanî û Qamişloyê, li Cizîrê û Nisêbînê, li Mehabad û Sineyê, li Ranya û Silêmaniyê û li Sûrê bi hovîtî hatin qetilkirin. Ciwanên me li welatên biyanî bi destê nîjadperestên dagirker bi tawana ku ‘Kurd in û bi kurdî dipeyivin’ hatin kuştin. Çendîn caran Kurdên ji ber gotina stranên kurdî hatin kuştin, bûn rojevê rojname û televîzyonan.

‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊDIVIYEKE BIVÊNEVÊ YE’

Lê îro dost-dijmin her kes baş dizane; êdî Kurdek li pêşberî wan heye ku doza mafê xwe dike, ji bo bi destxistina azadiya xwe amade ye berdêl û derfetên bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk a gelê me ku hatibûn desteserkirin jî, îro ji her demekê zêdetir e û şoreşa Rojava mînaka vê ya herî şênber e. Ji ber vê yekê dijminên me ku hebûna xwe di tunebûna me de dibînin; di serî de li Rojava, li her cihekî destkeftiyên me dikin hedef û li ser qad, bajar, navçe û gundên me ku di encama berdêlên giran de hatin azadkirin, êrişên piralî bi pêş dixin. Di rewşeke wisa de tê xwestin; xeta wê ya siyasî çi dibe bila bibe hemû derdorên Kurd ên welatparêz û demokrat bikarin di bingeha mafên neteweyî û demokratîk de xwedî helwestên neteweyî bin. Ji ber ku di mercên îro de yekrêziya neteweyî êdî ji bijareyek zêdetir, ji bo me pêdiviyeke jêneger e.

Lê belê, di van rojên dawîn de daxuyaniya ENKS’ê ya li dibistanên heremên girêdayê Rêveberiya Xweser vegera minhaca hikumeta Şamê û rakirina sîstema hevserokatiyê, bi eşkereyî tê wateya ji dijmin zêdetir dijminatiya li hember nirx û destkeftiyên gelê Kurd û gelên din ê heremê. Heman ENKS’ê ku piştî hevdîtina li gel rayedarên dewleta Tirk a faşîst bi gotina “Dîploma anku şehadeya dibistanên herêma Rêveberiya Xweser li qada navdewletî ne derbasdar in” xwe wekî ku pêşeroja Kurdan difikire nîşan bide jî, a rast ev e ku bê ziman ne tenê Kurd, tu neteweyek nikare xwedî nasname, hebûn û pêşerojeke azad be. Ev çêkera dij-Kurd û dij-demokrat ku her kêlî şoreşa Rojava bi gotina hevkariya li gel hikumeta Şamê tawanbar dikir, îro bi helwesta xwe ya li hember perwerdeya bi zimanê kurdî û bi piştgiriya xwe ya ji bo vegera minhaca rejîma Sûriyê du rastî bi hev re eşkere kirin: A yekem; ENKS’ê ji ber ku bi tu şêweyî beşdarî pêvajoya tekoşîna şoreşê nebû û tu berdêl nedan, lewma xwedî derketina destkeftiyên şoreşê jî wek erkê xwe nabîne û amade ye ku li ser destkeftên heyî bazarê bike. A duyem; ew jî gelek baş dizane ku di serî de gelê Kurd, gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi tu şêweyî ne daxwaza vegera minhaca rejîmê, ne jî rakirina sîstema hevserokatiyê qebûl nekin. Ew ê jî bi van rojevên pûç bikare pêvajoya hevdîtinên yekitiya neteweyî bi qasî ji dest tê, dirêj bike, bixe warekî aloz û di encamê de PYNK’ê bi têkdana hevdîtinan tawanbar bike. Bi van tevan eşkere ye ku ENKS bi vê helwesta xwe ne tenê li dijî şoreşa Rojava ye, bi ew qasî jî li dijî ziman û çanda kurdî ye û bi vê pêşniyarê bi rengekî vekirî ji netewperestiya Tirk, Ereb û Fars dixwaze ku polîtîkayên xwe yên qirkirin û bişaftinê bidomînin.

‘DIJBERIYA HEVSEROKATIYÊ DIJBERIYA WEKHEVIYA ZAYENDAN E’

ENKS’ê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku hebûna sîstema hevserokatiyê hin derdoran bi hêrs dike. Ev daxuyanî bi rengekî rasterast berdevkiya dijminan e û bi zimanê dijminên gelê Kurd axaftin e. Kurd şoreşê ne ji bo vê kirin ku bila dijmin hêrs nebe. Sîstema Hevserokatî di hemû qadên xebatê a Rêveberiya Xweser de pîvana sereke a nûnertiya wekhev a zayendan e û bi vê tê xwestin jin jî wek zilaman bikarin bi rengekî wekhev beşdarî hemû qadên jiyanê û erkê rêveberiyê bibin. Dijberiya ENKS’ê ya vê pîvana demokrasiyê, di cewher de dijberiya wê ya li hember wekheviya zayendan û xeta jinên azad e.

Hemû derdor dizanin ku ruxmê dijberiya ENKS’ê ya li hember şoreşa Rojava û kiryarên wê yên dûrî zanebûna neteweyî û exlaqî; gelê me hevdîtina di navbera PYNK û ENKS’ê bi îhtîmala ku dikare tevkariyê avakirina yekitiya neteweyî bike, destkeftiyên şoreşa Rojava xurttir bike û ENKS’ê jî bikare vegere nav rêza yekitiyê, erê kir. Lê xuya ye ku heta niha di sekna wê ya hevkariya li gel dijminan tu guherîn çênebûye.

‘DIVÊ ENKS DEV JI ZIMANÊ LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN BERDE’

Lewma, em wek Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi dubareyî destnîşan dikin ku ji dibistanên dayikê heya zanîngehan xwendina bi zimanê kurdî destkeftiya herî bi nirx a şoreşa Rojava ye û pêkhatina xewna bi sedan salan e. Ji ber vê ye ku îro li hemû qadên Bakur-Rojhilatê Sûriyê heta Helebê gel li hember ENKS’ê di nav çalakiyan de ye. Li ser vê bingehê em careke din bang li hemû Kurdên welatparêz, derdorên azadîxwaz û rayagiştî a demokratîk dikin ku li hember van daxwazên dijminane helwestên xwe xurttir bikin. Di heman demê de em bang li ENKS’ê jî dikin da ku ji demek beriya demekê zûtir dest ji vê zimanê dij destkeftên Kurd berde, ji deh hezaran şehîdên ji bo azadiya ziman canê xwe feda kiriye, ji malbatên şehîdan, ji têkoşîna xeta jina azad û ji hemû gelê Kurd lêborînê bixwaze.”