Girîngiya zıman û Hevserokatî

39

Ahmet AKTAŞ

Ji bo bi giştî Kurd û Kurdistanê, bi taybetî ji bo Rojava û Bakur-Rojhilatî Suriyeyê, du serkeftiyên herî bi rûmet û bingehîn; perwerda bi ZIMANÊ DAYIKÊ û sîstema HEVSEROKATIYÊ ye.
Heta nuha me gelek dît ku neyarên gelê me û gelên herêmê bi giştî, dujminatiya van herdû mijarêen bingehîn dike û êrîş li ser êrîşê dike. Lê belê Tevgêra Azadiyê bi giştî û Şoreşa Rojava bi teybetî, li himber van êrîşên dujiminên mirovahiyê serê xwe ne tewandin û weke şêr û lehengan xwe ragirtin û îradeya xwe ya berxwedêr a rêveberiya xweseriya demokratî û jiyana azad her geştir û xurtir kirin.
Erê ev êîşên mijara gotinê bûn, ji ber ên dewletên dagirker û mêtinger bûn, lewma bêminetî bûn. Lê sed car mixabin, yên weke ENKS’ê ku bi navê kurdî bang li li xwe dikin û radibin li dijî van her du mijar û stûnên bingehîn ên gelê me û hemû gelan û pêkhateyan derdikevin, ev cihê şerm, eyb, fêhd û gazindê ne.
Weke însan tiliyên xwe bixe çavên xwe! Ya ev kesên vê qebhetê dikin, ji aliyê dîrokî ve, civakî ve, felsefî ve, bîrdozî ve an jî derûnî ve xwedî kêmasiyên mezin in. Ya berovajî, yên li himberî xwe kêm aqil dibînin. Ya jî, ji bilî vanan ji dujmin ditirsin û ketine xizmeta wan-ji ber ku bi salan e li gel neyarê sereke dewleta Receb Erdogan in! Van hersê bijareyên hatin gotin, yek ji ya din xerabtir e.
Li gel van xislet û hilwest û nesîhetên xerab hemûyan jî, dîsan mirov dikare bi bangek erênî nêzî wan bibe, da ku heta nuha gavên hatine avêtin, ji bo Yekrêziya Kurdî, li ser were meşandin. Belê divê ew aqil û têkiliyên li gel neyaran li Enqere û Stenbolê werin hiştin!
Ew sedema ku bila perwerde bi zimanê dewletê, bi erêbî be jî didin pêş, xwedêgiravî, piştî xwendin temam bibe kes vê xwendinê nasnake/îtirafê pê nake. Ma gelo heta nuha ti dewletê em kurd nas kirine ku perwerdeya me nas bikin? Gelî xwuşk û bira, dev ji vê sedema pûç û beradayî berdin, werin ser rêya rast a ku gelê te daye ser dimeşe, tu jî bimeşe tu poşman nabe!
Ji xwe ew mijara dina a Hevserokatiyê, qet nabe nîqaş li ser wê jî were kirin. Ev mijarek bîrdozî ye, ev destçûyînek dîrokî bû, lê ev nêzî deh sala ye hatîye bi destxistin û vê serkeftina pîroz, cihê xwe di nava civakê û cîhanê de qayim kiriye, kes êdî nikare vê destkeftiyê ji gelê me û bi taybetî ji jinên pêşeng û leheng bistîne.
Ev her du destkeftiyên Şoreşa Rojava li gelê me û mirovahiyê hezar carî pîroz be! Eger hûn jî-ENKS, hez dikin xwe ji wê gemara R.Erdogan rizgar bikin, kerem kin werin bibin hevparê vî kar û vê xaka pîroz!