Fransa bang li baylozê xwe yê li Enqere kir

37

Serokartiya Fransa gotinên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan yên têkildarî serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, bi “nayên qebûlkirin” nirxandin. Serokatiyê ragihand ku bang li baylozê xwe yê li Enqere kiriye da pê re nîqaş bike.
Serokatiya Fransa, daxyaniyên Erdogan ku gotibû serokê Fransa ji hişê xwe nexweş e, şermezar kirin.
Serokartiya Fransa ji AFP’ê re da xuyakirin ku gotinên serokkomarê Tirkiyê Erdogan nayên qebûlkirin. Zimanê hişk û piçûkxistin xeta danûstandinê temsîl nakin.”
Serokatiya Fransa wiha got: “Em ji Erdogan dixwazin ku siyaseta xwe biguherîne. Lewre ji tevayiya aliyan ve xeter e. Em derbasî nîqaşên kûr nabin û gotinên nebaş qebûl nakin.”
Serokartiya Fransa ragihand ku bang li baylozê xwe yê li Enqere kiriye da pê re nîqaş bike.