Femandarekî QSD’ê: Bi êrişeke sêalî xwestin Eyn Îsa dagîr bikin, lê êriş hatin şkandin

32

Ji fermandarên QSD’ê yên navçeya Eyn Îsa Ezîz Xerbîsan, êrîşên li dijî navçeyê pêk hatîn nirxandin û got, “Hêza me pêşî li komkujiyeke mezin girt. Hewldan û amadekariya dagîrkeran heye ku navçeyê dagîr bikin. Li dijî van hewldanan em 24 saetan şiyar in.”

21`ê Cotmehê komek çete û leşkerên dewleta tirkî ya dagîrker hewl dan navçeya Eyn Îsa dagîr bikin. Di encama bersiva şervanên Meclisa Leşkerî ya Eyn Îsa de êriş hatin şkandin. Piştî şerê 3 saetan, çete û leşkerên dewleta tirkî çekên xwe hiştin û reviyan. Li aliyê din balafirên keşfê û yên şer li ser asîmanê navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê geriyan.

Têkildarî mijarê, ji fermandarên QSD’ê yên navçeya Eyn Îsa Ezîz Xerbîsan ji ANHA re axivî.

JI 3 ALIYAN VE ÊRIŞ KIRIN Û ÊRIŞÊN WAN HATin ŞKANDIN

Ji fermandarên QSD`ê Ezîz Xerbîsan bal kişand ser armanca dagirkeran û got: “Artêşa Tirk a dagirker ji aliyê gundê Seyda yê ku dikeve bakur û rojhilatê Eyn Îsa ve û ji aliyê rêya M4`ê û aliyê kampa li rojavayê Girê Spî ve, hewl da derbasî navçeyê bibe. Zêdetirî 50 çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji 3 aliyan ve xwestin derbasî navçeyê bibin û li ser şêniyên navçeyê û gundewarê wê komkujiyekê pêk bînin. Lê belê hewldana wan hate têkbirin. Ev ne cara yekê ye ku dagirker dixwazin derbasî navçeyê bibin û dagir bikin, lê belê rastî bersivdayîna şervanên me tên.”

‘RÛSYA Û HIKÛMETA ŞAMÊ DÎSA BÊDENG MAN’

Ezîz Xerbîsan destnîşan kir ku di êrişan de leşkerên hikûmeta Şamê û Rûsya tu helwest nîşan nedan û wiha dewam kir: “Ev êriş li ber çavên van hêzan pêk hat. Di encama êrişan de mal û milkên sivîlan jî hatin hedefgirtin. Li rêya M4`ê ya di navbera navçeya Çelebiyê û Eyn Îsayê de ku sivîl tê re derbas dibin, êriş pêk tên.  Erebeyên li ser vê rê diçin û tên, rastî siûqest û topbaranê tên.”

HEWL DIDIN BAREGEHÊN XWE ZÊDE BIKIN’

Xerbîsan anî ziman ku dagirker di xeta gundewarê Eyn Îsayê û gundewarê rojavayê Girê Spî amadekariya şerekî mezin dikin û got: “Çeper û binerdan çê dikin û sewqiyatên leşkerî hene. Bi vê yekê dixwazin barergeh û nuqteyên xwe zêde bikin. Li gundê Seyda mewziyên xwe çêdikin û hewl didin li gund baregehekê ava bikin.”

’24 SAETAN HIŞYAR IN’

Fermandarê QSD`ê Ezîz Xerbîsan diyar kir ku çi dibe bila bibe, wê heta dawiyê bersiva dagirkeran bidin û axa xwe biparêzin û wiha lê zêde kir: “Em nahêlin ku navçeya Eyn Îsayê dagir bikin û zirarê bidin gelê me. Ev parastina rewa ye. Em jî 24 saetan hişyar in. Ew nikarin bihostekê jî derbasî xaka Eyn Îsayê bibin.”