Emerîka û Estonya ceza li Hizbullaha Lubnanê birîn

40

Wezareta Gencîneyê ya Emerîka ragihand ku ceza li sazî û rayedarên ku têkiliyên wan bi Îranê re hene, birîne. Hikumeta Estonya jî ji ber “çalakiyên terorê” yên Hizbullahê, ceza lê birî.
Nivîsgeha Çavdêriya Çandên Biyanî ya Wezareta Gencîneyê ya Emerîka ceza li 2 endamên Meclisa Navendî ya Hizbullahê yên bi navên Nebîl Qaûq û Hesen Bexdadî birî.
Wezaretê diyar kir ku fermandarên Hizbullahê ji avakirina rêxistinên terorîst û pêkanîna ajandeyên rêxistina terorîst, herwiha ji xetera li ser berjewendiyên Emerîka û hevalbendên wê li seranserê cîhanê, berpirsyar e.
Hikumeta Estonyayê jî ji ber “çalakiyên terorî” ceza li Hizbullahê birî û diyar kir ku gefan li ewleyiya navneteweyî û Estonya dixwe.
Piştî Almanya û Lîtvanya, Estonya dewleta 5an e ku biryara qedexekirina Hizbullahê di aliyê siyasî û leşkerî de dide.