Di şerê li Hemayê de 61 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

36

SOHR’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di şerê rkojên dawî yên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê yên li gundewarê rojhilatê Hemayê de ji her du aliyan 61 kes hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR), ragihand ku li eniya Rehcan, Şakoşiyê, Aseriya û û eniyên din yên gundewarê rojhilatê Hemayê di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê de şerên giran diqewimin.
SOHR got, çeteyên DAIŞ’ê tevî êrişên hawayî yên Rûsya û hikumeta Şamê, êrişên xwe didomînin û dest danîne ser gelek baregehên leşkerî û alav û cebilxaneyên hêzên hikumetê yên li gundewarê Aseriya.
Li gorî heman çavkaniyê, di şerê rojên dawiyê de jimara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê gihat 39’an û ya çeteyên DAIŞ’ê jî 22.