Turnuvaya futbolê li bakur û rojhilatê Sûriyê dest pê dike

34

Desteya Ciwanan û Werzişê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê dema destpêkirina turnuvaya futbolê li bakur û rojhilatê Sûriyê bi durişma “Teqez emê bi ser bikevin” bi tevlîbûna 14 tîman diyar kir.

Desteya Ciwanan û Werzişê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Srûiyê bi Komîteya Amadekar ya turnuvaya futbolê re civiya.

Hevserokatiya Desteya Ciwanan û Werzişê Mehe Mihemed û Mehmûd El-Beşîr, endamên komîteyê yên ku nûnertiya komîteyên werzişê dikin, tevlî civînê bûn.

Di civînê de beşdaran amadekariyên destpêkirina turnovayê yak u tê payîn di çend rojên pêşiya me de destpê bike, nîqaş kirin. Her wiha roja 30`yê Cotmehê ji bo destpêkirina turnovayê hate diyarkirin.

Wê 14 tîmên futbolê ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de tîmên Serêkaniyê û Girê Spî tev li turnovayê bibin.

Li gorî hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser, maça yekemîn dê bi sponseriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê lidar keve.

Desteya Ciwan û Werzîşê amdekariyên gelek çalakiyên werzîşî mîna satranc, lîstokên bedenî, voleybol û basketbolê dike. Ev çalakî dê di dema bê de li dar kevin.