Remziye Mihemed: Dema pergala hevserokatiyê rabe, demokrasî namîne

29

Endama Koordînasyona Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed hewldana ENKS’ê ya rakirina pergala hevserokatiyê red kir û got armanc dûrxistina jinan ji rêveberiya welat e.
Piştî insiyastîfa fermandariya Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdê ya 28’ê Cotmeha 2019’an, Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmana Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hevpeyvînên xwe yên ji bo yekîtiya nîştimanî ya Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk çêdikin.
Ji wê demê ve her du alî danûstandin û diyalogan bi piştgiriya Emerîka pêk tînin. Lê piştî çûna ENKS’ê ya Tirkiyê, nêrîn û xwestekên wê hatin guhartin. Girêdayî vê rewşê Endamê Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di Ronahî TV de axivî.
Xelîl got, ENKS daxwaziya rakirina pergala hevserokatiyê, perwerdeya bi zimanê Kurdî û vegerandina minhaca hikumeta Şamê dike.
Endama Koordînasyona Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed derbarê xwestekên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê de got ev bi nîşana vegerandina bergala rejima hikumeta Şamê û dûrxistina jinan di rêvebertiyê ye.
Remziye Mihemed piştgiriya xwe ji hevpeyvînên PYNK û ENKS’ê re eşkere kir û wiha domand: “Em rêxistina Kongreya Star çalakiyên xwe ji bo yekîtiya nîştimanî li dar dixin. Herwiha di kongreya me ya dawî de, yek ji biryarên girîng ew bû ku xebat ji bo yekîtiya nîştimanî û hevsengiya pêkhateyên beşdarî pergala Rêveberiya Xweser bûyîn pêk bê.”
Remziye Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Di hevpeyvînên dibin de, hin alî hewl didin rê li pêşiya diyalog û yekîtiyê bigirin. Ew jî bi pêşniyarkirina mijarên mîna rakirina projeya Rêveberiya Xweser yan jî pergala hevserokatiyê ye. Em jî dixwazin bizanin ka armanca ENKS’ê ji van xwestekan çi ye?”
Remziye Mihemed diyar kir ku di pergala çalakiyên jinan û saziyên wan yên di Rêveberiya Xweser de pergala kota jinan tenê hatiye rakirin. Lewre deste, meclis û saziyên Rêveberiya Xweser pergala hevserokatiyê yan jî rêveberiya hevbeş dimeşînin.”
Di dirêjayiya axaftina xwe de Remziye Mihemed da zanîn ku pergala hevserokatiyê, ew e ku jin û mêr di tevaviya biryaran de beşdar bin. Cihê jinan di biryardayînê de ciyê herî bilind e. Li gel wê jî di nîqaşên destûra Sûriyê de û beşdariya wê di çalakiyên li Sûriyê giştî de cihê wan girîng e, ku garantiya mafên xwe bikin.
Remziye Mihemed da zanîn ku çalakiyên wan li ser esasê jin di Rêveberiya Xweser de bibe xwedî biryar li dar dikevin û wiha pê de çû: “Jinan tevahî hemleyên ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê, komên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên mîna El-Nusra, Ehrar El-Şam û hwd, bi rê ve birin.”
Remziye Mihemed der barê xwesteka ENKS’ê ya rakirina pergala hevserokatiyê matmayî ma. Lê belê da zanîn ku sedema wê tunebûna rola jinan di ENKS’ê de û serweriya mêr li partiyên siyasî ye.
Remziye Mihemed bilêv kir ku jin ji damezrînên Rêveberiya Xweser e, mîna Meclisa Jinan a Sûriyê. Ji bilî wê jî jin di tevahî saziyên Rêveberiya Xweser de cihên xwe di pergala hevserokatiyê de digirin, her wiha di MSD’ê de jî cihên hevserokatiyê digirin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed nîqaşa têkildarî rakirina pergala hevserokatiyê di Rêveberiya Xweser a Demokratîk de red kir û wiha got: “Em vê yekê qebûl nakin. Divê partiyên Kurd li xwe vegerin. Heke jin di partiyên siyasî de beşdar nebûn, wê demê ew partî qet bi ser nakevin.”
Remziye Mihemed eşkere kir ku êdî pergala hevserokatiyê modela herî serketî ya projeya rêveberiyê di cîhanê de ye. Ji lew re ew hêvî dikin ku pêngavên mezin bi pêş ve biavêjin ne bi paş de.
Remziye Mihemed piştrast kir ku hedefa kesên hewl didin pergala hevserokatiyê rakin, ew e ku dixwazin zihniyeta rejîma hikumeta Şamê û dewletên dijberî herêmê mîna dewleta Tirk, vegere. Ji ber ev yek dikeve berjewendiya wan dewletan, ku bi wê re jî rêxistina jin û pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk a ku pergala hevserokatiyê ji xwe re bingeh digire, têk bibin.
Endama Koordînasyona Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê Remziye Mihemed di dawiyê de da zanîn ku ti alî yan jî pêkhateyên li herêmê vê qebûl nakin û wiha bi dawî kir: “Dema pergala hevserokatiyê were rakirin, bi navê demokrasiyê tiştek namîne.”