Ne Partiyên Kurdî, divê hêzên dagîrker ji Şingalê dûr bikevin

88

Derwêş M. FERHO

Di van rojan de li nav siyasetmdar, rewşenbîr û medya Kurdî de minaqeşeyek balkêş dibe. Mijar Şingal e. Peymana di navbera rêvebiriyên Başûrê Kurdistan û Bexdad de di 9/10 de hate îmzekirin e. Kî bimîne, kî biçe derê!
Zelal xuya ye ku ev peyman di bin zexta dewletên dagirker de pêk hatiye. Haya hin aliyên civak, berpirsiyar û saziyên Êzdî ji vê yekê hebe jî gelek pê agahdar nebûne, ji vê yekê ne razî ne û vê peymanê di berjewendiyên herêma Şingalê û civaka Êzdiyan de nabînin. Heta çend berpirsiyarên ku haya wan ji peymanê hebû û alîgirên xwediyê îmza li Hewlêr in jî, biryara li ser wan hatiye ferzkirin qebûl nekirine. Ev peyman tê wateya nehesêbkirina îrade û nêrîna beşek mezin ji civaka herêmê.
Kî û çi bûn sedema vê peymanê? Rast e, peyman di navbera hikûmeta Iraq û hikûmeta Başûrê Kurdistan de hatiye îmzek kirin. Lê dema meriv li pêkhatina wê, li projê dinêre xweş xuya ye ku di bin zexta dewletên Turkiyê, Îran û Iraq de bi tevlîbûna hêzên navdewletî de pêk hatiye. Bi taybetî Turkiye, dewletên derdor û hin hêzên Kurdî li pey pêkanîna xerabkirina Şingala xwedî îrade ne. Tiştê balkêş, hin hêzên Kurdî xetera vê paşerojê ji bo xwe nabînin. Ew naxwazin fehm bikin ku îro Rêvebiriya Xweser ya Şingalê taştê be ew şîva êvarê ne.
Yek ji hedefên herî giring ew e ku îradeya civaka Êzdî were şikandin. Dîsa ev civak bibe peyayê bê îrade. Rêvebiriya Xweser li herêmê têk here. Ji ber ku ev rêvebirî xwedî projeyeke berjewendiyên civaka Êzdî ya li ber pêl û xeteriyên derdorê berxwedêr e. Peywendiyên wê bi rêvebiriya Rojava re xurt in. Û ne dijî peywendiyên di çarçeweya demokratîk de bi hêzên din re ne. Lê heta niha deriyên hevrabûnê girtî ne.
Yek ji aktorên herî mezin di vê projeyê de Turkiyê ye. Heşkere vê herêmê tehdîd û hêrîşî wê dike. Herêma ku Rêvebiriya Xweser lê xurt e bombebaran dike. Heta niha deng ji Hikûmeta Başûr nayê, hikûmeta Iraqê û hêzên navneteweyî kerr û kor in. Di her hêrîşa dewleta Turk de şehîdên me hene, xweza tert û bela, xera dibe.
Dewleta Turkiyê ne bes bela Şingal ye. Leşkerê xwe û çeteyên terorîst, îslamîstên radîkal, qatil û dizên kirêkirî li Başurê Kurdistan, Iraq, Bakurê Kibris, Rojava, Suriye, Albanya, Azerbeycan, Bosna-Hersek, Katar, Kosova, Lubnan, Malî, Komara Navendî ya Afrîka, Somalî û Sudanê bû ye vîrûsek dijî jiyanek demokratîk.
Ew di dîroka xwe de qet nebûye hosteyê avakirinê. Her tim paleyê xerbakirinê ye.
Siyasetek dewleta Turk kûr heye ku her tim li pirraniya wan welatên ku dikeviyê ji xwe re xulamokan dibîne û wan di hember gelê wan de bi kar tine. Loma divê em Kurd ne bê hiş, kor û lal bin.
Kin û kurt, ne partiyên Kurd, hêzên dagirker ji Şingalê dûrkevin.