Li bakur û rojhilatê Sûriyê kargeha yeke ya Roj ya kîsên plastîk

54

Kargeha Roj ya kîsên plastîk li bakur û rojhilatê Sûriyê hat vekirin. Herwiha ji sed karkerî re derfeta kar vekir. Karkerên ji Dêrikê tê de dixebitin û destheqê wan baş e.

Projeya kargeha Roj ya kîsên plastîkî ji projeyên berhemdar yên girîng li herêma Cizîrê ye. Herwiha kargeh alîkariya projeyên bazirganî, berhemdar û zêdekirina derfeta xebatê ji welatiyên herêmê re pêk tîne.
Kargeh li gundê Mêrga Mîran yê girêdayî gundewarê Koçerat ya Dêrikê ya kantona Qamişlo ye. Kargeh kîsên tijîkirin û pêçanê yên taybet ji firûn û aşan re çêdike.
Kargeh li ser asta herêmê ya yeke ye. Lewre heta niha li herêmê kargeh û dezgehên wisa tinebûn. Lê bi şoreşa Rojava re pêvajoya endustiriyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê xwe da der.
Kargeha Roj ya kîsên plastîk Adara borî hat vekirin. Di kargehê de alav û amûrên nûjen û lazer hene. Tûran difiroşe sûk, firûn, aş û depoyan. Kargeh mehane 400 ton tûr çêdike.
Kargehê derfeta kar ji sed karkerên xort û keç re yên ji şêniyên Dêrikê re dabîn kir û bi heqdestekî baş.
Çavdêrê giştî yê li ser kargeha Roj ya kîsên plastîk Kendal Xelîl wiha got: “Kargeh ji bo dabînkirin û pêdiviya herêmê, firûn, xwaringeh, depoyên tov û aşan hat vekirin. Kîsên ji pîvanên bi dirêjahiya 60 cm û heta pîvana 110 cm û bi tevahî rengan hene.”
Derbarê dabînkirina madeyên çêkirinê de, Xelîl got ev made ji derveyî herêmê tên. Herwiha kargeh 24 saetan û bi awayekî dorveger a 3 coxan dixebite. Her coxek jî 8 saetan kar dike.
Xelîl diyar kir ku kargeh mehane nêzî 400 tonî çêdike. Ew jî li gorî pêdiviya herêmê ye, lê heke ew ji wê jimarê zêde bûn wê derxin derve.