Kongreya 8’an ya Kongreya Star bi biryaran bi dawî bû

33

Kongreya 8’an ya Kongreya Star bi girtina biryaran û hilbijartina koordînasyona jinan bi dawî bû.

Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi durişma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan emê dagîrkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jinan mîsoger bikin” kongreya xwe ya 8’an li dar xist. 300 delgeyên ji her sê kantonên herêmê (Efrîn, Firat û Efrînê), Minbic, Heleb, Dêrezorê, Şam û Reqayê beşdarî kongreyê bûn.
Piştî xwendina rapora du salên dawî ya kongreyê û nîqaşên li ser wê, rêzikanameya Kongreya Star hate erêkirin. Piştî 7 nûner wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.
Di dawiyê de ev biryar hatin girtin:
– Têkoşîna ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi rêya çalakiyan û danasîna ramanê rêbertî bi hemû jinan were bilindkirin.
– Doza qetilkirina sivîlan ji bo dadgehên navnetewî were rakirin û danasîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
-Bi armanca danasîna zanista ekolojî û pêşxistina wê û girtina vê zanistî wekî esasê aborî, tenduristî û siyasî, dewreyên perwerdeyê di vî warê de werin vekirin.
-Kongreya Star, jineolojiya bingehê têkoşîna xwe di her qadan de esas digire û li ser vî esasê dê hemû rêbazên têkoşîn û berxwedana hevpar a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin birêxistinkirin, her wiha ev zanist di xizmeta civakê de sûdê jê wergirtin.
-Komîteya çalakiyan were avakirin û aktîvkirin, armanc ji vê yekê xeteke çalakiyan di neteweya demokratîk û têkoşîna azadiya jinan were avakirin.
-Têkoşîna li dijî şerê taybet û siyasetên plankirî wekî kuştin û qirkirina etnîkî berdewam bike.
– Ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî jinan û rêgirtina li ber hemû cûreyên tundiya li ser jinan wekî zewicandina zarokan û pirjinanî çalakiyên cûda werin lidarxistin.
-Têkildarî koçberan û astengiyên ku dikişînin, ji bo dîtina çareseriyên guncaw, agahî derbarê jinên koçber de werin komkirin, rewşa wan li gorî bername û planên were başkirin.
-Ji bo şopandina dozên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê, di warê doplomatîk de komîteyeke hiquqî were aktîvkirin.
-Jinên astengdar werin perwerdekirin û li sazî û komîtyên Kongreya Star werin belavkirin.
-Sîstemeke nû ji bo parastina zarokan, bicihanîna pêwîstiyên wan û mîsogerkirina pêşeroja wan were avakirin.
-Projeyên aborî werin vekirin da ku derfetên kar ji jinan re werin peydakirin.
-Girîng ji kooperatîfan re bên dayîn ji bo ku encamên erênî bên bidestxistin.
-Têkoşîna doplomatîk a jinan li qadên Başûrê Kurdistanê, Lubnan û Ewropayê were xurtkirin û ji nûve were birêxistinkirin.
-Buro û nûnertiyên nû li Rojhilata Navîn werin vekirin.
-Ji bo endamên (Jin û zilam) ên di warê dadê de kar dikin dewreyên perwerdeyê li ser esasê nirxê azadî, edalet û demokrasiyê werin vekirin.
-Komîtya Çand û Hunerê ya Kongreya Star li dijî nejadperestî, zayendperestî, olperest zanistperest têkoşîn bike û modela demokrasî, ekolojî, jin di xeta çand û hunerê de were pêşxistin.
-Têkilî bi partiyên siyasî yên jinan li ser ease xeta sêyemîn werin xurtkirin.