HPG: Ti têkiliya me bi kuştina Xazî Salih Elîxan re nîne

58

HPG’ê diyar kir ku daxuyanî û nûçeyên idîa dikin ku ji kuştina rêveberê Asayişa Deriyê Gumrikê yê Serzerê Xazî Salih Elîxan hêzên wan berpirsyar in, derew in û da zanîn ku ti têkiliya wan bi bûyerê re nîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Berpirsê Asayişa Deriyê Gumrikê yê Serzêrê yê başûrê Kurdistanê Xazî Salih Elîxan li gundê Gelite yê bajarokê Kanîmasî yê Dihokê 8’ê Cotmehê di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya Midûriyeta Asayişa Giştî ya Herêma Başûrê Kurdistanê de û di nûçeyên hin saziyên medyayê de tevgera me hat sûcdarkirin û ji vê êrişa tarî berpirsyar hat nîşandan. Lêbelê ti eleqeya hêzên me bi vê êrişê re nîne. Ji ber wê daxuyanî û nûçeyên hatîn dayîn ne rast in.”