‘Divê asta têkoşînê bê bilindkirin û dagîrker ji herêmên me bên derxistin’

52

Malbatên şehîdan yên Kantona Qamişlo daxwaziya bilindkirina têkoşînê, parastina erd û destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatîn bidestxistin û derxistina dagîrkeran ji herêmên dagîrkirî kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa û bajarê Dêrikê beşdarî merasima sersaxiya malbata şervana QSD`ê şehîd Raman Mezûl (Reşo Dêrik) bûn. Konê sersaxiyê li gundê Batirzan yê navçeya Çilaxa hatibû vedan.

Bi navê malbatên şehîdan dayîka şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa axivî û diyar kir ku şehîdan xwe ji bo gel feda kir û got, “Divê em ji bo parastina erdê xwe û derxistina dagîrkeran têbikoşin. Divê em destkefiyên şehîdên xwe biparêzin û li ser şopa wan bin.”

Endama rêveberiya Kongreya Star Esma Mûrad jî banga kombûna li dora Hêzên Sûriya Demokratîk û derxistina dagîrkeran ji herêmên dagîrkirî kir.