Dayîka Hevrîn Xelef: Ev kongre têkçûna planên dijmin yên li hemberî îradeya jinan nîşan dide

58

Sêşema borî Kongreya Star bi durişma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan, dagîrkeriyê têk bibin û şoreşa jinan misoger bikin” kongreya xwe ya 8. li dar xist. 300 delegeyên ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Heleb, Şamê û nûnerên Kongreya Star li başûrê Kurdistanê di kongreyê de amade bûn.
Dayîka şehîd Hevrîn Xelef, Suad Mistefa beşdarî kongreyê bûbû û lidarxistina kongreyê li têkoşerên di riya azadiya jinan de xwe feda kirîn, pîroz kir û wiha got: “Jinan di salên şer û şoreşa li Sûriyê de fedekariyên mezin dan û hîna didin, da ku rastiya xwe nas bikin. Heke jin azad nebin, civak azad nabe.”
Suad destnîşan kir ku lidarixistina kongreyê bi amadebûan jinên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cihê rêzgirtinê ye.
Dayika Suad wiha axaftina xwe dewam kir: “Kongeya Star ji bo hemû jinan bûye sîwanek. Tu ferq û cudahî nexist navbera jinên Kurd, Ereb, Çerkes û Ermen de û xwe gihan hemû jinên Rojhilata Navîn û jinên Ewropayê. Her wiha denge hemû jinên ku li gel hegemoniya zîhniyeta mêrdestiyê zilm dîtine, bilind kir.”
Dayika şehîd Hevrîn wiha lê zêde kir: “Keça min Hevrîn di oxira biratiya gelan de şehîd bû. Di kesayeta wê de xwestin îradeya jina azad têk bibin, lê belê kombûna jinan têkçûna wan îspat kir. Ji lewra, ez hêvî dikim ku jin têkoşîna xwe bilind bikin û ji bo têkbirina hemû planên dijmin, rêya Hevrîn, Zehra û Arînan bişopînin. Divê rêxistinên mafên mirovan ku banga edaletê dikin binpêkirinên li dijî jinan rawestînin.”
Dayika Suad bi rêya kongreyê ji hemû jinên cîhanê hêvî kir ku bibin yek û li kêleka hev bisekinin da ku hebûna xwse li hemû qadên navneteweyî îspat bikin û bersiva siyasetên tundiyê û înkarê yên li dijî xwe bidin.