Aldar Xelîl: ENKS li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê Kurdî û hevserokatiyê ye

58

Endamê Desteya Rêveber ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê kurdî û hevseroktiyê derdikeve. Xelîl diyar kir ku piştî serdana dawî ya ENKS’ê ya Tirkiye helwesta wê hat guhertin û daxwaziya nîvenîv dike.

Endamê Desteya Rêveber ya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê diyaloga Kurdî-Kurdî de ji Ronahî TV re axivî û diyar kir ku ENKS li dijî sîstema perwerdeya bi zimanê kurdî û Hevseroktiyê ye. Xelîl da zanîn ku piştî serdana dawî ya ENKS’ê ya Tirkiyê, helwesta wê hatiye guhertin û daxwaziya nîvenîv dike.
‘SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ ENCAMA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ YE’
Aldar Xelîl di hevpyevînê de got, ENKS ji bo razîkirina dewleta tirkî daxwaziya rakirina sîstema hevserokatiyê dike û behsa pêwîstiya parastina destkeftiyên şoreşa Rojava kir.
‘ENKS’Ê HELWESTA XWE GUHERTIYE Û DAXWAZIYA NÎVENÎV DIKE’
Xelîl di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku ENKS niha daxwaziya nîvenîv dike. Ev li dijî demokratiyê ye û nayê qebûlkirin. Vê helwesta wan gerantorên lihevkirinê jî mane şaş.
‘ENKS LI GORÎ DAXWAZIYÊN HIN ALIYAN TEV DIGERE’
Endamê Desteya Rêveber ya PYD’ê, guhertina helwest û daxwaziyên ENKSê bi planên aliyên derve û dijmin ve gire da.