Werger û Wergervanî -1-

96

Derwêş M. FERHO – Di pirtûka bi navê “Ji sînorê Wergeran Dûrtir” (1992) de nivîskar Raymond van den Broeck bi peyvên  “Werger zêdetir ji hemî demên bihûrî, di rojeva rojê de ye” destpê dike. Girîng e, bi wate ye, pêdiviyek mezin pê heye.

Li gora wî divê wergervan di her destpêkê de bizanibe ku peywîra wî ji hemû kar û xebata civakî-çandî zêdetir, wî tuşî pirsgirêkan dike. Ji bo vê sedemê divê ew di gelek waran de xwedî perspektîfeke fereh û dîrokî be. Kesê xwedî zanîneke fereh û dîrokî ewê di xebata wergervaniyê de rehettir kar bike. Baweriya ku wergerê mimkin nabîne, di nêrîneke kûr de “bêaqilî” dibîne. “Çawa meriv dikare bêje ku tiştekî weha ne mimkin e ku beşekî mezin ji dîroka çanda Rojava pê perwerde bûye?”

Eger li Roma, nivîskarên Yewnanî ne wergerandibane û qezancî civata xwe nekiribane, wêje û medeniyeta wan tu carî nedigiha vê derecê. Eger aqilmendên sedsalên çardeh-panzdehan alîkarî ji wergeran nestendibane, sentêza bîrkirina xaçparêziya kevn û mîrateya Yewnanî nedigihane armanca dawîn. Bêyî wergerên girîng ji klasîkên dîrokî di dema ronesans û humanîzmê de, dibe ku wêjeyên neteweyên Ewropî di demeke cahiltiya zaroktî de bimane. Eger nîşana Hironymus ji bo ku nivîsarên Êncîlê wergerîne zimanê roja xwe (Latînî), li cem reformîstên sedsala 16’an xwesteka wergerê xurt nekiribane, ewê ziman û wêjeyên Elmanî, Ingilîzî û Hollandî qet ti carî negihabane rewşa îro.

Wergervanên çandeyên Rojava di vê çarçewê de xwedî bîr û baweriyeke optîmîst bûn. Ew bi xebata xwe bawer bûn. Bo vê ye ku ew di xebata xwe de bi pirranî bi ser ketin. Ew nayê wê wateyê ku wan di xebata xwe de qet pirsgirêkên mezin nedîtine. Bê goman, wergervanên mezin jî gelek dijwarî dîtine. Lê, wan di daxwaza ku bawerî, wêje û çanda welatê xwe bi berhemên perwerdeyiya xerîb zengîn bikin de, qet neketin şikan. Bi fêdeya wergerê xwedî baweriyek mezin bûn.

Çavnêrînek li dîroka werger û wegervaniya Rojava, zemanê berê û sedsalên Navîn

Li Rojava, li ser dîroka wergervaniyê zanîneke kûr nîne. Destpêka wergerên nivîskî li Rojava di dema Roma antîk de dest pê dike. Di nîveka sedsala 3’an berî zayinê (Hz. Îsa), Livius Andronicus, Odyssee ya Homerus wergerandiye Latînî. Ew werger negihaye heta roja îro û meriv nizane ew çawa bû.” Romayiyên di aliyê çandê de Yewnanî ji xwe mezintir didîtin û dixwestin bi rêya wergeran ji zengîniya çanda Yewnaniyan fêde bikin. Dema wan dest pê kir, zanînên li ser Xwedayên Yewnaniyan ji xwe re kirin hebûnek gelêrî. Pêwîstiya drama Yewnanî jî, ku bi wê zanîna Xweda ve pirr girêdayiye, wergerandin. Naevius û Ennius (nêzî 240 sal berî Îsa) di wî warî de pirr xurt bûn. Herweha bi saya wergeran bû ku Roma ew zanîn û pêşketina mezin ya Yewnaniyan (ziman, fîlozofî, bijîjkî û zanînên xwezayî) qezancî çanda xwe kirin.

Lê wergerên girîng yên teorîk bi Marcus Tullius Cicero (Ciceron, 106 – 43 b.Î) re dest pê dikin. Li cem xebata xwe ya Lojîk û fîlozofî xebata wergeran jî dikir. Wî, Protagoras ya Plato, Uconomicon ya Xenophon, axaftinên Aeschines û Demosthenes wergerandine. Di pirtûka bi nave Optimo Genere Oratorium de ew li ser vê xebata xwe weha dibêje:

“… Û min ne mîna wergervan, lê mîna zanyarek, ji bo awa û form dayine, berhemên xwe rast deynim werger kir. Bi gotinên di nav zimanê me de li vira têne bikaranîn wergerandin. Ji ber vê sedemê min pêwîst nedît berheman gotin bi gotin wergerînim. Min stîl û hêza gotina zimanê wan di zimanê xwe de bi cî kir.”