Ji bo bîranîna Hosteyê Muzîka Kurdî ARAMÊ TÎGRAN

188

Çi roj bû hew tê bîra min, lê sala 1992 Aramê Tîgran, mêhvanê min bû. Pey sohbeta rojane em li ser hunerê wî axaftin. Di axaftinên weha de Aram sohbetxweş bû. Di ber sitran û cumbûşa xwe re, diaxaft, dikenî, guhdarî dikir.

Ji ber zor û zilma neyarên xwînxwar malbata wî koçî Rojava dike, ew li Qamişlo, di sala 1934 de ji dayik dibe. Zaroktiya wî, beşek ji xortaniya wî li wira derbas dibe.

Di piçûkatiya xwe de, bi baweriya wî ew duwazdeh salî bû ku dest bi muzîk û sitranên Kurdî kiriye. Heta roja  dawî jî ku li welêt, paşê li Yewnanîstan kete nexweşxanê hunerê xwe domandiye. “Bê rawestan ez li ser hunerê xwe xebitîm.” Pêşî udê bi kar tîne. Lê dema cumbûşe dibîne, zêdetir xweşa wî diçe. “Min bi Kurdî, Ermenî, Erebî û piçekî jî Tirkî disitrand.”

Xuya ye bavê wî gelek şîret lê dikir ku ew hunerê xwe bidomîne û tê de xurt bibe. Şîreta bav tîne bîra xwe “lawo tu dengbêjî û sazbendiyê bernede. Dewran tên û diçin lê huner dimîne. Bizane ku huner û sen’et bazin û gustîlka zêr e di destê meriv de ye. Ez ji te re helbestan binivîsim, wan bike ser muzîkê û ji hemî Kurdên dinyayê re bisitre. Ji be ku wan ez ji zilm û zordestiya dijmin xelas kirim. Bila ev helbest û kilamên min bi deng û muzîka kurê min li nav cemaata kurdan belav bibin. Bila ew stran ji cemaeta Kurd re bibin diyarî. 100 stran-kilamên min hene. 40 ji wan ji tekstên bavê min in.”

Sala 1966 malbata Aram, bi hêviyên mezin berê xwe da Ermenîstanê. Li wira bi cî bûn. Xebatkarên Radyo û televîzyon li Erîvanê Aram dibihîzin. Paş çend hevdîtinan dest bi xebata radyoyê li beşa Kurdî dike (1967 – 1985). Û pey re, tev malbata xwe berê xwe dide Ewropa. Li Beljîka demeke dirêj dimîne. Ji ber sedemên cuda, berê xwe dide Yewnanîstan û li wir bi cî dibe. Lê “dîsa ez her tim ji bo beşdariya şahiyên Kurdistaniyan, li temamiya Ewropa, li welêt amade bûm.”

Aram hez ji hemû stran û maqamên xwe hez dike. “Her gotinek, her helbestek û her lêxistinek têlên cumbuşa min ji min re bêhempa ye. Lê hin stran xwedî bîranîn û bi qedirtir in. wek strana “dîlberê” helbesta Feqiyê Teyra, ku li ser evînê ye, civakî ye, edebî ye. An “şev çû”, helbesta Cegerxwîn. “Dema Cegerxwîn çîroka xwe a hepsê ji min re digot kezeba min diêşiya. Min ev helbest kire stran. Dema min digot dilê min nediçû xwarin û vexwarinê. Diya min pir aciz dibû, lê çi bikim, ez bi vê helbestê diêşiyam.” Aram, “dijminê Ermeniyan û dijminê Kurda yek in.” “Lo lo pimamo, li hember dijminê xwînxwar qêrîn e, banga şer e. Ev helbest jî ya Cegerxwîn e.”

Li ser rewşa muzîka Kurdî wiha difikirî Aram: “Muzîka  Kurdîdi van salên dawî de pir zengîn bûye, lê mixabin, ruhê muzîka Kurdî tê de kêm bûye.”

Bi ser vê qasê de jî Aram ji bo xwe wiha dibêje: “Meraq eynî meraq e, dil ew dil e, huner ew huner e, berê jî niha jî ez eynî kes im.” Aram bi vê yekê dixwaze bibêje ku ew hunerê xwe di her demê de bi eynî dil û evînê berdewam dike.

Ewê Aramê Tîgran 15/01/1934 – 08/08/2009) û hunerê wî, her tim di dilê Kurdan de bijî.

Derwêş M. FERHO